AsyaNûçeRojhilatanavin

Li Çînê avahî hilweşiyan: Herî kêm 17 mirî

Li rojhilatê Çînê 4 avahiyên ku karkerên penaber tê de diman, hilweşiya û di encama hilweşandinê de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên çapemeniya Çînê li bajarê Wenzhou yê Çînê di saetên serê sibehê de 4 avahî hilweşiyan û hat diyar kirin piştî hilweşînê 8 kes bi saxî hatin rizgar kirin û herî kêm termê 17 kesan hatin dîtin.

Hat ragihandin ku piraniya kesên ku di wan 4 avahiyan de diman, karker bûn û ji bajarên din ên Çînê hatibûn wir. Hat dest nîşan kirin ku di her qatê avahiyan de gelek kesan diman û ji ber vê yekê tê gotin ku hejmara miriyan dibe ku zêde bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu