NûçeRojhilatanavinSûriye

Esed: Neyariya me tev pêşniyara Qeterê bona kişandina xeta boriya nift û gazê yek ji hegerên şerê nav Sûriyê bû

Beşar Esed hegereke şerê nav Sûriyê eşkera kir û ragihand ku neyariya me tev pêşniyara Qeterê bona kişandina xeta boriya nift û gazê yek ji hegerên şerê nav Sûriyê bû ku ji sala 2011`an va destpê bû.

Beşar Esed serokomarê Sûriyê ragihand: Ez arxayîn im ku piştî kutabûna şerê nav Sûriyê para pirtir a xelkê welêt dê bizivirin Sûriyê û Sûriye dê ji nû ve avedan be.

Esed her wisa ragihand; Eger koka terorîzmê bê lêxistin, welatê Sûriyê dê bihêztir ji dewrana berî şêr bibe; Ji ber ku xelkê Sûriyê ji vî şerî dersên zav girtine.

Esed her wisa got: Ev kirîza nav Sûriyê bi palpiştiya rasterast û nerasterast a karbidestên rojavayî ji terorîstan çêbû.

Wî li bara pirsekê li vê barê ku gelo neyariya Sûriyê tev pêşniyara Qeterê bona kişandina boriya nift û gazê ji nav axa Sûriyê jî hegerke kirîza nav Sûriyê bû jî got: Ev neyariya hegereke sereke bona şerê nav Sûriyê bû; Her çend bi eşkerayî ev yeka nehate ragihandin lê ez bawer im ku bona destpêbûna vî şerî planek hatibû darêştin û gelek ji welatên ku neyarê Sûriyê bûn û nedixwestin Sûriye bibe hêzxurteke enirjiyê çi nif û gaz û çi jî elekterîkê, ev şera destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu