ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: “Nekirrîna Ava Giran a Îranê ji aliyê Koşka Sipî va, pisgirêka Amerîkayê ye“

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê derbarê rawestandina kirrîna Ava Giran a Îranê ji aliyê Amerîkayê va, got: “Eva ku dewleta nû ya Amerîkayê naxwaze ji Îranê Ava Giran bikirre, pirsgirêka wan bixwe ye“.

Rayedarên Koşka Sipî roja Pêncşemiyê ji mêdyayeka amerîkî ra ragihandin ku “Kirrîna Ava Giran ji Îranê ku ji serdema serokomartiya Barak Obama va û li ser esasa Lihevkirina Navokî dest pê bûbû, tê rawestandin“.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê, Elî Ekber Salihî roja Îniyê li nav nûçegihanan li Têhranê got: “Amerîkiyan zêde ji 30 ton Ava Giran ji Îranê kirrîn û hez dikirin ku dewamê bidin vî karî, lê dewleta niha ya Amerîkayê naxwaze ku Ava Giran a Îranê bikire“.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê her wiha derbarê şiroveyên cûrbicûr û ciyawaz  a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ji naveroka Lihevkirina Atomî û daxwaza Îranê ji bo rêforma xaleka rapora vê dawiyê ya birêvebirê vê ajansê, Yokiya Amano, got: “Têgihîştinên ji Lihevkirina Atomî divê li ser esasa naveroka zelal a Lihevkirina Navokî bin; Lê hin kes hez dikin ku şiroveyeka yekalî li ser Lihevkirina Navokî hebin“.

Nûnerê Îranê li Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê, Riza Necefî jî pêştir tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Lihevkirina Navokî riyeka yekalî nîne, rewşa niha ya cihanîna sozên aliyên Lihevkirina Navokî bi taybet Amerîkayê mijarek ku “Nayê qebûlkirin“ da zanîn û got: “Dewleta Amerîkayê berovajiya Rûhê Lihevkirina Navokî û naveroka wê bi taybet xalên 23, 28 û 29`ê ên wê, bi sînordarkirina sûd û berjewendiyên îranê li Hevhatinnameya Atomî, nêrîneka nerênî derheq vê lihevkirinê girtiye ber xwe“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu