ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îranê di heyama 6 mehan de 618 ton madeyên hişber hatine desteserkirin

Li gor rapora Kurdpress`ê, serdar Esedilah Hadînijad, duh, roja yekşemiyê, 12`yê hezîranê di civîna Navenda Têkoşîna li Hember Madeyên Hişber ku li Sineyê birêve çû de axivî û got: Di sala derbasbûyî de bi taybet di heyama 6 mehên dawiyê yên salê de zêdetirî 42 hezar kesên bêserûber û aware li seranserê welêt hatin naskirin ku bi qasî 15 hezar kes ji wan li Tehranê û yên din jî li bajarên din ên welêt bûn.

Cîgirê serokê Navenda Têkoşîna li Hember Madeyên Hişber yê di karûbarên navnetewî de herwiha di berdewamiya axaftinên xwe de got: Di heyama 6 mehên dawiyên yên sala derbasbûyî de bi qasî 618 ton madeyên hişber li welêt hatin desteserkirin ku ev rêje li gor rêjeyên salên derbasbûyî bilindtir bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu