IraqNûçeRojhilatanavin

Li Duhokê birûskê li keriyek pez da: 120 ser pez mirar bûn

Li Duhokê birûskê li keriyek pez da, herî kêm 120 ser pez mirar bûn.

Berdevkê rêveberiya berevaniya sivîl ya Duhokê Bêwar Ebdulezîz ji BasNewsê re got, duh li devera Mangêşkê ya Duhokê birûskê li keriyek pez da.

Bêwar Ebdulezîz her wiha got, di wê rûdanê de herî kêm 120 ser pez mirar bûn. Ev duyemîn rûdana bi vî rengî ye ku îsal li Duhokê diqewime.

Li gorî agahiyên wî rayedarî, nêzîkî 25 milyon dînar ziyan li xwedanê pez ketiye.

Başa dön tuşu