CîhanEwropaNûçe

Li DYAyê li gor encama anketekê 2 milyon kesên din jî bêsîgorte man

Li DYAyê li gor encama anketekê 2 milyon kesên din jî bêsîgorte man.

Li gor encamên anketa şirketa Gallupê ya ku li 50 eyaletan bi 45 hezar kesan ra hat kirin, jimara kesên ku bêsîgorte ne îsal di navbera meha nîsan û hezîranê de sedî 11,7 zêde bû û bi vê reqamê 2 milyon kesên din jî bêsîgorte man.

Serokê DYAykê Donald Trump beriya hilbijartina DYAyê ya ku meha çiriya paşîn a di sala 2016an hatibû kirin de gotibû ew ê sîstema sîgorteyê ya Obamacare ya ku ji aliyê Obamayê serokê berê va hatibû çêkirin, betal bike.

Li gor analîzên ku ji Ofîsa Budçeya Kongreyê (CBO) hat kirin, eger pêşnûmayên sîgorteyê yên ku Trump li ser planan dike bikeve rewacê wê jimara kesên bêsîgorte zêde bibe û îhtimal heye ku jimara kesên bêsîgorte bibe 22 û yan 24 milyon kesî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu