Wezareta Karên Hundir a Efganistanê ragihand ku îro li wîlayeta Xeznî ya rojahilatê welêt teqînek pêk hatiye û di encamê de 15 sivîl hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efganistanê Tariq Aryan piştrast kir ku motorsîklêteke bombebarkirî li pêşiya malekê li gundekî herêma Kêlan a girêdayî wîlayeta Xeznî ya rojhilatê Efganistanê, hatiye teqandin.
Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Ji beriya gelek salan ve li Efganistanê tundî zêde bûye û ji ber wê yekê aboriya welêt têk çûye û binesazî bi temamî hatiye rûxandin, her wiha gelek welatiyên Efganistanê koçberî welatên din bi taybet Îran û Pakistanê bûne.