EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efganistanê gelek herêm ji Talîbanê hatin rizgarkirin

Hêzên ewlekariyê yên Efganistanê îro gelek deverên li herêma Helmend ji endamên tevgera Talîban rizgar kirin. Di operasyona rizgarkirinê de zêdetirî 100 çekdarên Talîbanê hatin kuştin û birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê îro ragihand ku gelek deverên li herêma Helmend a başûrê welêt ji endamên tevgera Talîbanê hatine rizgarkirin.

Li gorî kanala ‘Tilûi News’ a Efganistanê, hêzên ewlekariyê li herêma Helmend li dijî tevgera Talîban operasyoneke berfireh daye destpêkirin.

Wezaretê bi daxuyaniyekê diyar kir ku operasyon ji bo vegerandina herêmên ku beriya 2 hefteyan ketibûn destê tevgera Talîban, li herêmên Nad Elî û Nawa, bajarê Laşkarce yê li naverasta herêma Helmendê pêk tê. Her wiha daxuyand ku di operasyonan de zêdetirî 100 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Wezaretê tu agahiyên girêdayî windahiyên hêzên ewlekariyê diyar nekirin.

Başa dön tuşu