CîhanNûçe

Rêberên her du Koreyan li halekê ku ji pêş ve ranegihandibûn, careka din hevdîtin pêk anîn

Rêberê Koreya Bakûr û serokomarê Koreya BAşûr, li halekê ku ji pêş ve ranegihandibûn û ji nişkêve, careka din li navçeya sivîl a Panmûncûmê, hevdîtin pêk anîn û bi hev re şêwirîn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Ajansa nûçeyan a Yûnhap`ê ragihand ku serokên Korey Bakûr û Koreya Başûr, li navçeyek li axa Sêûlê ku ji leşkeran hatiye valakirin, hevdîtin pêk anîn.

Koşka serokomartiya Koreya BAşûr, ev nûçeya ragihandiye mêdya.

Hevdîtina Kîm Cûng Ûn û Mûn Caê În, li halekê ye ku peywendiyên di navbera du welatan de, di van rojên dawiyê li dû birêveçûna meşqa hevpar a leşkerî ya Waşîngton û Sêûlê û pêhişyariyên Pyûng Yangê, pirrkêşe bibûn. Kêşe li halekê zêde bibûn ku hevdîtina meha buhurî ya van du serokên cînar, piştî derbasbûna salan, bibû sedema kêmbûna kêşeyê li Nîvgirava Koreya.

Başa dön tuşu