ÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemedcewad Zerîf: Mezinkirina Amerîkayê li welatên asîyayî, bûye sedem ku zîyanên zaf li van welatan bikevin

Mihemed cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li civîna ligel bijare û zanyarên Hindûstanê li bajarê Dehliya Nu pêgîrî kir ku femkirina vê rastîyê girîng e ku mezinnîşandayîna dubare ya Amerîkayê karekî şaş e ji ber ku serdema serdestîxwazî û zorbêjîyê bidawî bûye.

Wezîrê karên derve yê Îranê piçûkirin û bêhivîbûna miletan encama serdestîxwazîyê da zanîn û got: Êrişa ser Iraq û Efxanistanê û dagirkirina van welatana bû sedema berfirebûna tundrêtî û têrorîsmê.

Zerîf li bara berfirebûna têrorîsmê li asta cehanê hişyarî da û got: her kes divê vê rastîyê fem bike ku piştgirîya ji têrorîsmê tu êra wê jibo kesî tineye.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Tundrêtî tenê welatekî taybet nagire ber xwe ji ber ku bi rêka şebekeyên civakî berfire dibe û idî nikarin wê di nav sînorên Iraq, Sûrîye an welatekî din da ragirin.

Zerîf îro jibo pişkdarîya li konfiransa durojî ya Dilê Asîyayê derbasî Dehliya Nu bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu