NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Efrînê rêveberekî dibistanê û 10 mamoste hatin girtin

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragehand ku, li bajarê Efrînê rêveberek û 10 mamoste hatin girtin.

Di daxuyaniyekê de Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragehand ku, leşkerên Tirkiyê li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê 10 mamoste ji du dibistanan girtin di nav de rêveberek heye.

Berî niha jî û di êvara cejna Newrozê de grubên çekdar ên opozîsyona Sûriyê û bi ser Tirkiyê ve hejmarek kes bi tometa vêxistina agirê Newrozê hatinbûn girtin û heta niha çarenivîsa wan ne diyare.

 Ji aliyê xwe ve jî duh Malpera Navenda Efrîn aragehandinê liser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ku, Tirkiyê piştgiriya wan dike avêtin ser mala ciwanekî kurd bi navê Silêman Mihemed Nasan li nêzîk dibistana Pêşesazî kirin û ew revandin.

Başa dön tuşu