NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Efrînê terorîstên bi ser Tirkiyê ve rewşa awarte ragihandin

Dê karekî leşkerî li dijî girûpeke çekdar pêk bînin.

Çekdarên biser Tirkiyê ve, îro roja sêşemê, ketin nava amadebaşiyê li navenda bajarê Efrînê yê Suriye, da  ku opêresiyoneke leşkerî li dijî girûpa Sultan Mûrad di bin navnîşana ‘şerê li dijî gendeliyê’ de, pêkbîne.

Jêderên xwecihî yên li Efrînê ragihandin ku milîsên polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyê ve, bi hejmarên zehf li kola Recoyê li navenda bajêr belav bûn û rê girtin, liva şêniyan qedexekirin.

Wan jêderan bibîranîn ku ev gava, piştî ku girûpa Sultan Mûrad rewşa awarte ji  bo radestkirina çek û baregehên xwe li bajêr red kirine hatiye.

Herweha wan jêderan tekez kirin ku çekdarên girûpa navborî, xwe di nav xaniyên sivîlan de  li derdora Nexweşxaneya Cîhan veşartine û cilşoyeke bombekirî danîne nîvê kolanê da ku kes nêzîkî baregehên wan nebe.

Di heman mijarê de, çalakvanên opozîsiyona Sûriyê ragihandin ku li devera Babê jî operasiyoneke wisa diqewime û di encamê de çar girûpên çekdar xwe radestî polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyê ve, kirine.

Li gor çavdêrên xwecihî dibêjin ku sedemên van operasiyonan ti têkliyên wê bi gendelî û binpêkirina nîne. Lê ew bawer dikin ku sedema wê ya rasteqîn ew e ku Tirkiyê dixwaze hin girûpên li kêlek wê, devera Efrînê dagîrkirine bike qurbanî û nemaze xelkên Efrîn dest bi rakirina dozan li dijî Tirkiyê, di dadgeha Ewropa ya mafên mirovan, kirine.

Tê bibîrxistin, berî bi du rojan, operasiyoneke leşkerî li dijî girûpa Şûhedai El-Şerqiyê hate pêkanîn û di encamê de, bi dehan ji herdû aliyan hatin kuştin û pişt re, ew girûpa çekdar xwe radestî polîsên leşkerî kirin.

Başa dön tuşu