NûçeCîhanEwropa

Li Meksîkayê di hewldana ketina girtîgehekê de 11 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Ciudad Juarez a li eyaleta Chihuahua ya Meksîkayê ya li ser sînorê DYA’yê di girtîgehekê de alozî derket û 11 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Nûnerê ewlekariya giştî Ricardo Mejia Berdiga di civîneke çapemeniyê de got, “Şer di hundirê girtîgehê de derket, 20 girtiyan birîndar kirin.”

Wî her wiha got: “Çar ji wan hatin gulebarankirin û yên mayî jî hatin lêdan û serjêkirin. 2 girtiyan ji ber guleyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Mejia, kontrola girtîgehê dîsa hat bi dest xistin, lê çeteyên “Michicles” ku beşdarî pevçûna di hundirê girtîgehê de bûn, li bajarê Ciudad Juarez dest bi serhildan û êrîşa li ser sivîlan kirin.

Rayedar her wiha got: “Di encamê de 9 kes hatin kuştin, ji bilî du kesan di hundirê girtîgehê de, û di nav kuştiyan de 4 karmendên radyoya Mega, hostek û 3 teknîkî hene.”

Polîsan 6 endamên koma çete ya bi navê “Mçiklîs” ên ku di êrîşên li bajêr de cih digirtin binçav kirin. Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê, li bajêr nîzam hatiye danîn.

Başa dön tuşu