CîhanEwropaNûçe

Li dû rehîngirtin û gulleavêtina li bajarê Lîj a Bêljîkayê, du efserên polîs hatine kuştin

Li dû rehîngirtin û gulleavêtina li bajarê Lîj a Bêljîkayê, du efserên polîs hatine kuştin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya malpera hulandî ya BNO News`ê, kesek li bajarê Lîj a Bêljîkayê, gulle reşande ser sê kesan û ew kuştin ku du kes ji kesên hatine kuştin, polîs in. Li vê bûyerê 2 kes jî birîndar bûn.

Mêdya Bêljîkayê ragihandin: Kesê çekdar, xizmetkareka lîseyekê li navenda bajarê Lîjê rehîn girtiye.

Li gorî rapora hin çavkaniyên nûçeyan, li vê bûyerê kesê êrişker hatiye kuştin.

Dozgeriya bajarê Lîjê, ragihandiye, dosya gullereşandina li vî bajarî, radestî dozgeriya Federal ku berpirsa şopandina dosiyeyên terorîsmê ye bûye.

Başa dön tuşu