EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê êrîşa Talibanê: 25 kuştî

Hat ragihandin ku li Nahreyîna navçeya Bexlana wîlayeta Efxanistanê milîtanên Talibanê êrîşî qereqola gundparêzan kirin û di êrîşê da 25 gundparêz hatin kuştin.

Mihemed Henîf Kohgedaiyê Wekîlê Şureya Bexlanê daxuyani da û diyar kir ku milîtanan êrîşî qereqola gundparêzan a Nahreyînê kirin, di êrîşê da 25 gundparêz hatin kuştin.

Kohgedaî destnîşan kir ku di êrîşê da 8 gundparêz birîndar bûn, ji bo teqwiyeyê yekîne şandin herêmê.

Şahidên bûyerê îdia kirin ku di êrîşê da 30 gundparêz hatin kuştin.

Talibanê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.

Başa dön tuşu