ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê komeke kirêgirtiyên Alê Siûd li parêzgeha Teizê li başûrê rojavaya Yemenê kuştin

Li gorî Nûçen SAHAR TV yê ji zarê rapora roja şemiyê ya Al Alam`ê, hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li bersiva êrîşên destdirêjkerên Erebistanê bi opêrasiyonekê karîn pêşdaçûna kirêgirtiyên siûdî ber bi navçeya El Seyarê li bajarê El Siloyê li parêzgeha Teêzê rawestînin.

Hêzên yemenî her wiha pêşdaçûna din a kirêgirtiyên Alê Siûd ber bi bilindahiyên pedafenda hewayî li başûrê rojavaya bajarê Teêzê rawestînin û hejmareke wan bikujin.

Li vî halî firokeyên şêrr ên siûdiyan careke din navçeya El Nexîleyê li bajarê El Derîhemiyê li parêzgeha El Hedîdeyê li rojavaya Yemenê dane ber bomban ku heta niha tu raporek li bara hejmara ziyanên malî û canî yên vê êrîşê nehatine weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu