IraqNûçeRojhilatanavin

Li Enbarê wargehên DAÎŞê hatin rûxandin

Balafirên Artêşa Êraqê êrîşê ser wargehên DAÎŞê ên li bejahiya Rojavayê Enbarê kirin.

Li gor ragihandina jêdereke ewlekariyê ku serkirdeyetiya oparesyonên Cizîrê li navçeyên rojavayê qezaya Rewa yê Enbarê êrîşa esmanî li dijî wargeh û deverên DAÎŞê pêk anîn di encamê de gelek çek û alavên ku pê oparesyon li dijî sivîlan pêk dianîn hatin rûxandin.

Her weha balafiran wargeh û veşartekên çeteyên DAÎŞê jî ku li bejahiyê bûn hilweşandin.

Başa dön tuşu