EfxanîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li encama êrişa terorîstî ser tazîdarên huseynî li bajarê Kabula paytexta Efxansitanê herîkêm 50 kes ji tazîdaran şehîd bûn

Li gorî rapora IRIB Newsê, sebebkarê teqînê îro nîvro çû nav mizgevta Baqir Ul-Ilûma Kabulê û xwe li nav tazîdarên huseynî întihar kir ku li encama vê êrişê  herîkêm 50 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn. Hatiye ragiahndin ku halê piraniya birîndaran xirab e.

Her wiha hejmarek jin û zarok jî li nav şehîdan û birîndarên  ev êrişa treorîstî de hene û tê gotin ku  ji ber giranbûna birînên wan renge hejmara şehîdan hîn zêdetir jî bibe.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li daxûyaniyekê berpirsiyariya  vê êrişê girtiye  istûyê xwe..

Tê gotin hêzên ewlehiyê hemî riyên  ber bi vê mizgevtê girêdane û nahêlin ku  nûçegihan herin nav mizgevtê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu