AsyaCîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Endonezyayê 20 hezar kes bin tesîra lehiyê da manin

Li eyaleta Kalîmantana Rojhilat a Endonezyayê ji dawiya hefteyê vir va lehî heye û lehiyê tesîreke neyinî li 20 hezar kesî kir.

Li gor nûçeya rojnameya Tempoyê ji ber şiliya zêde ya li bajarê Samarîndayê li sê herêma av rabûn.

Rayedaran got ku 20 hezar kes man bin tesîra lehiyê da û hewcehiya lehîzedeyan acîl bi ava vexwarinê, xurek, betanî û dermanê heye.

Di lehiya ku meha adarê li eyaleta Papuayê çêbû da ji 100î zêdetir mirov mirbûn.

Li Endonezyaya ku di bin tesîra baranên musonê da ye û lê îklîma tropîkal heye li tevahiya salê ji ber şiliya zêde gelek caran av radibe û hezaz çêdibin.

Başa dön tuşu