CîhanEwropaNûçe

Li eyaleta Anzoategui ya Venezuelayê serokê hereketa xwendevanan hat kuştin

Serdozgeriya Komarî ya Venezuelayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li eyaleta Anzoategui ya Venezuelayê serokê hereketa xwendevanan hat kuştin.

Serdozgeriyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Bûyer roja 4ê Gulanê li kampusa navçeya Simon Rodriguez a bajarê El Tigreya eyalete pêk hat.”

Li gorî daxuyaniya serdozger, Juan Bautistayê ku hate kuştin li Zanîngeha Jose Antonio Anzoateguiyê serokê federasyona zanîngehên navendî bû. Di dema civîna xwendevanan de kesekî nasnameya wî ne diyar nêzî Bautista bû çend gule berdane. Êrişkar bi motorsiklet ji cihê bûyerê reviya. Di êrişê de 3 kesên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu