ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: “Plana Amerîkayê ya ji bo Sûriyeyê, li dijî prensîbên navdewletî ye û ji bo yekrêziya axa Sûriye û herêmê komployek e.”

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Tehranê, paytexta Îranê bi Serokê Meclîsa Sûriyeyê Hemûde Yûsif Sebax re civiya û got, “Têkoşîna li dijî terorîzmê hêj bi dawî nebûye û ji bo tunekirina terorîstan bi îradeya hatiye nişandan divê em hewl bidin.”

Rûhanî derbirî ku dewlet û xelkê Îranê dê her tim li cem Sûriyeyê be û diyar kir ku têkoşîna li dijî terorîstan û berxwedana li dijî destwerdanên derve ji bo xelkê Sûriyeyê mijareke girîng e. Rûhanî herwisa bal kişand ser pêvajoya Astanayê jî û got, heta bicihanîna îradeya xelkê Sûriyeyê divê gotûbêjên siyasî û pêvajoya Asanayê berdewam bike.

Serokomarê Îranê hebûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê rexne kir û got, “Plana Amerîkayê ya ji bo Sûriyeyê, li dijî prensîbên navdewletî ye û ji bo yekrêziya axa Sûriye û herêmê komployek e.”(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu