AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîka di demeke dirêj de nikare sîyasetên dijî Îranê bidomîne

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Ji ber plana deqîq a ku hatîye darêştinê, Amerîka di demeke dirêj de nikare sîyasetên dijî Îranê bidomîne.

Hesen Rûhanî di civîna aborî ya digel hejmarek mamosteyên zanîngehên Îranê de, qedrê aborîzanên welêt ji ber piştgirî û raberkirina nêrîn û planên dilsozane ji bo kêmkirina pirsgirêkên aborî girt û got: Dewletê planên berfire ji bo sekinîna li hemberî şerê rewanî û aborî yê dijminan û çareserkirina pirsgirêkan heye.

Rûhanî pêgirî kir ku ez “derheq pêşerojeke baştir gellekî hêvîdar im“û got: Dewletê planek darêştîye ku heta di rewşa girantir de wê di warê dabînkirina kelûpelên sereke de tûşî pirsgirêkê nebe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha pêgirî kir: Dijmin di şerê rewanî û aborî yê li dijî Îranê de wê pêrgî işkestê bibin.

Di destpêka vê civînê de çend aborîzanan bi qasî 3 sietan nêrînên xwe raber kirin.

Başa dön tuşu