ÎranNûçeRojhilatanavin

Hejmareke din a piştgirên êrîşên têrorîstî yên Têhranê hatin girtin

Hejmareke din a piştevanên êrîşên têrorîstî li Têhranê li navçeyên cûrbicûr ên Îranê hatin girtin.

Di encama êrîşên roja çarşemiyê yên têrorîstên ser bi koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser meclisa şêwraya îslamî ya Îranê û tirba paqij a îmam Xumêynî (RE) li Têhranê, 17 kes şehîd û 50  kes jî birîndar bûn.

Li gorî salixdana IRIB News`ê, Ehmed Faziliyan serokê dozgeriya  parêzgeha Elborzê li rojavaya Têhranê, got: Heft kes ji sebebkarên piştîvanê êrîşên têrorîstî yên Têhranê di roja 7`ê Hezîrana 2017`an da li şaristana Ferdîsa parêzgeha Elborzê hatine girtin.

Beşa peywendiyên gelemperî ya rêvebiriya Itilaata parêzgeha Farsê jî ragihand: heft kes ji hevdestên komên têrorîst li parêzgeha Farsê li başûrê Îranê hatin girtin.

Wezareta Itilaata Komara Îslamî ya Îranê roja îniyê bi daxûyaniyekê ragihand: “41 kes ji kirêgirtiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgehên Kirmaşan (rojavaya Îranê), Kurdistan (Rojavaya Îranê), Azerbaycanan Rojava (Bakur Rojavaya Îranê) û Têhranê, pêkhatî ji tîmên opêrasiyonê her wiha pireyên têkiliyê û amadekariyê hevrê digel belge û amorên opêrasiyonên têrorîstî bûn, berî pêkanîna her cûre karekî, hatin naskirin û girtin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu