CîhanEfrîqaNûçe

Li Fasê 310 doxtor îstifa kir

Li Fasê 310 doxtorên li nexweşxaneyên dewletê dixebitin ji bo pirsgirêkên sîstema tenduristiyê ya wekî “felaketê” dinirxînin protesto bikin îstifa kirin.

Sendîkaya Serbixwe ya Doxtorên Dewletê daxuyaniya nivîskî weşand û di daxuyaniyê da diyar kir ku li herêma Benî Melalê 122, li Meknesê 125, herêma rojhilat 63 doxtoran got “ji ber pirsgirêkên sektora tenduristiyê nikarin wezîfeya xwe bikin” û îstifa kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku xizmet têra daxwazên gel nakin û rayedar têkçûyîna di mijara tenduristiyê da diavêjin ser histûyê doxtoran lêbelê der barê hûrgiliyan da agahî nehat dayîn.

Sendîkaya Serbixwe ya Doxtorên Dewletê ji bo şert û mercên xebatê werin serastkirin, mehane werin zêdekirin demek berê derketibûn grevê.

Doxtorên li saziyên dewletê dixebitin di mehê da kêmzêde 7 hezar dîrhemî (700 dolar) distînin, tê gotin ku doxtorên li sektora taybet dixebitin ji vê zêdetir mehaneyê distînin.

Başa dön tuşu