CîhanNûçe

Wezîrê Aborî yê Rûsyayê bi fermî bi bertîlxwarinê hat sûcdarkirin

Hat ragihandin ku Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê Aleksey Ulyukayev bi fermî bi bertîlxwarinê hat sûcdarkirin.

Komîteya Lepirsîn a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Aleksey Ulyukayev bi sedema li ser navê wezaretê ji bo ku nêrîna erênî ku hiseyên şirketa petrolê ya Başneftê ku girêdayî şirketa enerjî ya Rosnefta dewletê ye daye bi fermî hat sûcdarkirin.

Berpirsa Komîteya Lêkolînê Svetlana Petrenko daxuyaniyeke fermî da û got: “Aleksey Ulyukayev şirketa Rosneftê bi derxistina pirsgirêka ji bo wan tehdîd kiriye.”

Svetlana Petrenko di berdewamiya axaftina xwe de got: “Berpirsên şirketa Rosneftê tam di dema xwe de serî li merciyan da û ji bo fealiyetên wî yên derqanûnî hat binçavkirin.”

Ji aliyê din ve Komîteya Lêkolîn di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku Ulyukayev duhî dema ku 2 milyon dolar bertil stand li ser sûc hatibû girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu