ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran qet ji xwîna şehîdên karesata Minayê derbas nabe

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Dewlet û pergala Komara Islamî ya Îranê tu wexta ji xwîna şehîdên mezlûm ên bûyera Minayê derbas nabe.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro bi rêzgirtin û bibîranîna salvegera şehîdbûna mezlûmane ya zîyaretkirên mala Xwedê, got: Dewleta siûdî ku bi astengîderxustinan, pêşîya şandina hecîyên îranî ber bi mala Xwedê girtîye, îsal jî bilî hemî sûcên berê, karnama xwe bi guneha “صد عن سبیل الله” jî lewitandîye. Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku candayîna jin û mêrên misilman li warê Minayê, bûyereke xembar û diltezîn jibo hemî insanan bû, got: Gelê misilman û hecîyên ku jibo cihanîna ferîzeya hecê çûbûn Erebistanê, bi awayekî mezlûmane di bin dest û pîyan da man û meimûrên siûdî jî dewsa ku herin hawara wan, tenê li bûyerê temaşe kirin û karekî cidî jibo xilaskirina mezlûman nehat kirin.

Rûhanî bi dîyarkirina heyf û mixabinîya xwe ji ber vê yekê ku cenazên şehîdên bûyera Minayê radestî gellek welatan nehatin kirinê û tenê Îranê bi hewldan û pêngavên sîyasî cenazên hecîyên şehîd ên xwe zivirandin welêt, got: Di vê çarçovê da, hewldan û şopandina meselê ji alîyê berpirsên sazîya hecê, wezaretxanên karên derve, tenduristî, irşada islamî û herviha rênimûnî û gotinên rêberê giranqedir ê Inqilabê zemîneyek pêk anîn ku cenazên hecîyên îranî bên naskirinê û ber bi welêt bên zivirandsin.

Serokê Komara Islamî ya Îraên herviha got: Dewleta Erebistanê ku ji ber nehêjabûna xwe ket ber zexta sîyasî û hiqûqî ya dewleta Îranê û bi dû hectekê jibo xilaskirina xwe ji vê zextê bû, bi reva ber bi pêş û şanoya qutkirina têkilîya sîyasî, xwe ji zextên sîyasî û hiqûqî yên dewleta Îranê cida kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu