AsyaCîhanNûçe

Li Fîlîpînan hejmara miriyan gihîşt 200î

Hat ragihandin ku li Fîlîpînan di lehî û hezanên ku ji ber tayfûna tropîkal Tembîn (Vînta) rû dan da hejmara qurbaniyan gihîşt 200 kesî.

Li gorî nûçeya ajansa Şînhûa, berpirsên birêvabirina afatê ragihandin ku ji ber tayfûnê li Girava Mîndanao 153, li Zamboangayê jî 47, bi tevahî 200 kes mirin.

Berpirsên polêsan ragihandin ku ew li 72 kesên wenda digerin.

Hat destnîşankirin ku tayfûn ber bi Vîetnamê diçe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres der heqê qurbaniyan da diyar kir ku ew pir xemgîn e û herwiha NY ji bo alîkariyê amade ye.

Li wî welatî hefteya borî di lehî û hezaza ji ber firtoneya Urduja da bêtirî 40 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 20 milyon dolar jî ziyan çêbûbû.

Li Fîlîpînan hersal ji ber Pasîfîkê qedera 20 tayfûn û firtone radibin.

Başa dön tuşu