EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Hikumeta afgan bi Hikmetyar re peymana aştiyê îmze kir

Hikumeta Afganîstanê, bi Serokê Rêxistina Hizba Îslamî û di heman demê de serokwezîrê berê Gulbeddin Hikmetyar re peymana aştiyê îmze kir.

Li gorî pisporan ev peymana aştî ya hikumeta Afganîstanê bi Gulbeddin Hikmetyar e ji sala 1991ê û vir ve peymana yekemîn e û dibe rê li ber lihevkirina bi rêxistina Talîbanê re jî veke.

Hevdîtinên peymana navbera hikumeta afgan û Rêxistina Hizba Îslamî ji sala 2014an û vir ve didomin û îro berê sibehê bi merasîmekê hat îmzekirin. Gulbeddîn Hîkmetyar bi tohmeta ku li Afganîstanê sûcên mirovî kiriye li qada navneteweyî wekî ‘terorîst’ hatibû îlan kirin, piştî peymana bi hikumetê re dibe dîsa vegere qada siyasî. Hikmetyar di salên 1980yî de yek ji serokên cihadîstên ku Amerîkayê piştgiriya wî li hemberî Yekîtiya Sovyetê dikir bû. Hikmetyar, di navbera sala 1993 û 1996an de hetanî Rêxistina Talîbanê bajarê Kabilê bi dest xist jî Serokwezîrtiya Afagnîstanê dikir û di sala 2003an de ji terefê Neteweyên Yekbûyî ve wekî terorîst hatibû îlankirin. Piştî vegera Hikmetyar a qada siyasî ya Afganîstanê dibe di siyaseta Kabilê de guherîn çebibin. Hikmetyar sala borî di axaftineke xwe de piştgirî dabû rêxistina terorîst a DAIŞê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu