CîhanNûçe

Li Giravên Solomonê bi mezinahiya 6.9 erdhej pêk hat

Li Giravên Solomon piştî bi mezinahiya 7.8ê ku dûh erdhej pêk hatibû îro dîsa bi mezinahiya 6.9ê hejiya.

Dûh li Giravên Solomonê bi mezinahiya 7.8ê erdhej pêk hatibû û di encamê de jî di 40 malan de ziyan pêk hatibû. Hate ragihandin ku îro dîsa bi mezinahiya 6.9ê erdhej pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya ji Navenda Lêkolînê û Jeolojîk yê Amerîkayê (USGS) bi saeta herêmî 03:10an de bi mezinahiya 6.9ê, 90 kîlometro dûrî bajêrê Kîrakîrayê erdhej pêk hatiye. USGSê destnîşan kir ku erdhej 10 kîlometro di bin erdê de pêk hatiye. Hate dîyarkirin ku di encama erdhejê de ziyanên madî û canî çênebûne û hîşyariya tsunamiyê jî nehatiye dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu