CîhanEwropaNûçe

Misilmanên li Îzlandayê rojiya herî dirêj digirin

 Misilmanên li Îzlandayê dijîn qederê 22 saet rojî digirin.

Îzlanda li Deryaya Atlasê dewletgiravek e û misilmanên li vir dijîn qederê 22 saetan rojiya herî dirêj digirin.

Li Îzlandayê hezar û 500 misilman hene û li welêt fetar nîvê şevê dibe û misilman qederê 22 satan rojî digirin.

Mizgeftên li paytext Reykjavîkê jî bi hatina remezanê ra dibe ciyê fetarê.

Li Weqfa Îslamê ya Îzlandayê ya di heman demê da mizgeft e misilman tên cem hev. Misilman di saet 23.48an da bi azara mele ra pêşiyê av vedixwin û ji bo dem derbas nebe nimêşa mexrebê dikin û peyta xwarina xwe dixwin.

Îmam Evdilezîz Uvlaniyê ji Fasê destnîşan kir her çiqas dirêj be jî misilman rojiya xwe digirin û got em li vir wek malbatekê ne.

Furqan Khanê xwendekar yê ji Pakistanê jî diyar kir li gor welêt li vir rojî dirêj e û wiha got: “Qederê 22 saet em rojî digirin, lê hewa xweş e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu