
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Hêzên Çekdar ên Kolombiyayê hat dayîn, li cihê ku kelek lê noqî avê bû lêgerîn hat kirin û 20 mêtre binê gola bendavê da cesedekî din jî hat derxistin.
Midûrê Giştî yê Yekîtiya Rêvebirina Afat û Rîskê ya Neteweyî (UNGRD) Carlos Ivan Marquez jî got ku cihê kelek lê noq bû 100 mêtre der û dora wê lêgerîn dewam dike.
Li herêma rêvebirinê ya Antioquiayê ya Kolombiyayê û ji aliyê rojhilat va 80 kîlomêtre dûrî Medellînê di 25ê hezîranê da li ser gola bendavê keleka ku tûrîst lê siwar bûn, binav bibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)