CîhanNûçe

Li hemberî karwana Duterte êrîşa bombeyî: 9 birîndar

Komeke ku bîat bi DAIŞê kirine hewl dan ku li nêzîkî bajarê Malawiyê êrîş birin ser karwana Serokdewletê Filipînan Rodrigo Duterte. Di encama êrîşê de 9 kes birîndar bûn.

Li ser rêya karwana Duterte serdana kampeke leşkerî ya li bakurê Filipînan dikir teqînek pêk hat. Berdevkê Artêşê Albay Edgard Arevalo, aşkere kir ku piştî êrîşî di navbera êrîşkar û leşkerên di karwanê de pevçûn derketiye.

Tê texmînkirin ku êrîş ji hêla komeke bîat ji DAIŞê re kiriye pêk anîye û di encamê de 7 parêzvanê Duterte û 2 leşker birîndar bûn. Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku di teqînê de sivîl birîndar nebûne.

Duterte piştî êrîşê serdana xwe berdewam kir û di daxuyaniya pêşî de wiha got: “Ekîba min di demeke beriya niha de kete dafikê. Bi bombeya destan êrîşî ser Koma Ewlekariya Serokdewletiyê kirin. Lê ez ê biçim wir. Pêşniyar ji bo min hate kirin ku ez serdanê paş de bixim lê min got ‘na’. Heke ku guncav be em ê heman rêyê bikar bînin.”

Serdana Duterte, piştî ku rêxistina Mauteyê bajarokê Butig ê li bajarê Lanao del Sur ê li herêma Mindanao ya xweser dagir kir û operasyon li vir destpê kir çêbû. Di operasyona li Butigê de hate diyar kirin ku heta niha avahiya şaredariyê jî di nav de gelek herêm paş de hatine standin ku bajar 800 km dûrî paytext Manilayê ye.

Di vê navberê de rêxistina bi navê Mauteyê, duh jî bombeyek danîbû nêzîkî Balyozxaneya DYAyê li Manila û bombe ji hêla hêzên ewlekariyê ve bi awayekî bikontrol hatibû teqandin. Komê berpirsiyariya xwe ji bo erîşa bombeyi ya li bajarê Davao yê girtibû ser xwe ku di meha îlonê de pêk hatibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu