AsyaNûçe

Serkirdeyê DAIŞ`ê li Daxistanê hate kuştin

Serkirdeyekî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û 4 hevriyên wî li navça Daxistanê li Qefqaziya Bakûrî hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa IRNA`yê ragihand ku li herêma Daxistanê ku dikeve qefqasyaya bakûr, emîr û rêveberekî DAIŞê û çar hevalên wî hatin kuştin.

Hatiye ragihandin ku ev qumandê DAIŞê navê wî Rostem Esildrov e û duh 03.12.2016ê li gel çar hevalên xwe yên din li navçeya Daxistana qefqasya bakûr hatiye kuştin.

Komar û herêma Daxistanê di heyama yek sala borî de gelek ne aram bûye û gelek rewşên şer û pevçûnan di navbera hêzên hikûmetê û şervanan de pêkhatiye ku gelek kes ji her du aliyan hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu