AsyaCîhanNûçe

Li Hindîstanê bagera qûmê rabû: Herî kêm 77 kes mirin

Li Hindîstanê bagera qûm û tozê rabû, herî kêm 77 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Îro danê sibê li eyaletên Racistan û Ûtar Piradiş yên Hindîstanê, bagera qûm û tozê rabû.

Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 77 kes mirine û 143 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku ji ber ba û bagerê, elektrîk qut bûye û ziyanek mezin gihîştiye wan deran.

Rayedarên Hindîstanê dibêjin, tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe ji ber ku bager heta niha jî didome.

Başa dön tuşu