NûçeRojhilatanavin

Li Hindistanê di febrîqeyê de şewat: 13 mirî û 9 birîndar

Li paytextê Hindistanê li New Delhiyê ji sedemeke nediyar di febrîqeyeke tekstîlê şewat derket, di encama şewatê de 13 karker jiyana xwe ji dest dan, 4 jê giran 9 kes jî birîndar bûn.

Berpirsê hikûmeta Hindistanê yê eyaleta Uttar Pradestê Naresh Mathur di daxuyaniya xwe de ragihand ku îro di seetên sibehê de li bajarê pîşesazî yê Sahibabadê di febrîqeyeke tekstîlê de şewat derket. Piştî şewatê tîmên agirkujiyê agir xistin bin kontrolê, lê di şewatê de 13 karkeran jiyana xwe ji dest da, 4 jê giran 9 kes jî kes jî birîndar bûn. Herwiha li gorî daxuyaniya berpirsê hikûmetê Mathur sedema derketina şewata febrîqeyê ji terefê hêzên ewlehî ve tê lêkolînkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu