CîhanEwropaNûçe

Du dozgerên Amerîkayê li hember Donald Trumpa siyonîst doz vekirin

Du dozgerên Amerîkayê li hember serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber ku ziyan dide zagonê doz vekirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tewambariya ku bi rêya şirketên xwe ve ji hikumetên biyanî pare wergirtiye hat tewanbar kirin. Di doza yekem cureya ku bu mînak Trump, bi ziyan dana zagonê tê tewam bar kirin.

Lê ji aliyê din ve qesra spî jî tewambariyan lê divegerine ango napejirîne.

Dozgerên Maryland û Washington DC doza xwe spartin zagona rayedarên hikûmetê ji hikûmetên biyanî nikarin ti xelat û pare verbigrin û ji ber vê zagon û fermanê doz li hember Trump vekirin.

Dozgerê Washington DC Karl Racine got: ‘’Di dîroka me de ti serokek waha ewqas peyvendiyên wî yên karsaziyê tevlihev û xwe ji şîrketên xwe rêzber nake nebûye.’’

Bingehê zagonî ya dozê heya çi astê bi hêze, wê bi biryardana dadgehan ve diyar bibe. Heya roja îro tu karsazekî weke Trump berê niha ji ber ku nebuye serok, tu dozeke bi vî rengî jêre nahatibu vekirin. Her çend Donald Trump derbarê xebatên şirketên xwe de xwe ragehand wî xwe razber kiriye ango daye aliyekê û wisa biryar dabe jî, kurê wî Eric qebûl kiribû ku derbarê şîrketan de piranî bavê xwe agahdar dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu