ÎranNûçeRojhilatanavin

Serketina hêza bejahiyê ya artêşa Îranê li yekim roja meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S) ya 4

Yekim roja meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S) ya 4 ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi serketin hat lidarxistin.

  Li gorî rapora IRNA`yê, emîr sertîpê dudiyan seyd Kemal Pêyemberî berdevkê meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S) ya 4 ya hêza bejahiyê ya artêşa Îranê ku ji roja  yekşemiyê ve li navça Çabuharê başûrê Îranê destpê bûye, got: Ji yekim qonaxên  ev meşqa mezin cihanîna  operasyona  Hêlîburnê li navçeyeke  berfireh ji peravên Mukranê heya  mêhwerên  başûrê rojhilata welêt bû.

Berdevkê meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S) ya 4  got: Li yekim  roja meşqa sêrojî ya Muhemed Resûlullah (S)4 tîpa  hewayî ya hêza bejahiyê ya artêşa Îranê jî jibo pêkanîna  operasyona bergiriyê bo du sietan  ku ji hêla  rê û mesafetê wexteke pir baş  û pêkan e li mêhwerên  gefê bi hevdengiya tam a biryargeha navçeyî cih hat û serketin  bû.

Berdevkê meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S)4 destnîşan kir: Li dewama  vê meşqê ji ber hizûra  grûpeke  taybet a dijminê ferzî li navçê, operasyona  îtileataî ji wan  serdestiya  îtileatî bi balefirên  bêfirokevan,  Cengal û hêzên xwecî û tîmên taybet cih hat û planên rawestana li ber terorîzmê jî cih hatin.

Emîr sertîpê didiyan Pêyemberî destnîşan kir: Armanca lidarxistina  meşqa Muhemed Resûlullah (S) 4 qahîmkirin û hilêxistina druşma mêhwerî ya “ Ewlehiya mayînde û aşitiya  mayînde li saya  îqtidara berevaniyê û Yekitiya Îslamî ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu