ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îranê bajarekî kevnar ê 2 hezar salî hat vedîtin

Şûnwarnas li bakurê rojavayê herêma Hemedanê rastî bermayiyên bajarekî binerdî yê kevnar hatin.

Li gor ragihandina nûçeya ajansa Khabar online şunwarnasên ku ev demeke dirêj e li ser erdên bajarê Samen ê herêma Hemedana Îranê vekolînan dikin, di bin erdê de rastî bermayiyên bajarekî kevnar ê tê texmînkirin 2 hezar salî ye hatin.

Bajarê qedîm ku ji aliyê şûnwarnasan ve hatiye vedîtin 400 kîlometre nêzî paytexta Îranê Tehranê ye û ji 25 taxên bi tunelan pev hatine girêdan pêk tê.

Heta niha ji 9 jûran bermayiyên 60 kesan hatine derxistin.

Berpirsê Rêxistina Kelepor û Geştiyariya Îranê yê Hemedanê Alî Khaksar ragihand ku ew bajarê kevnar di bin bajarê Samen a niha de cî digire.

Tê texmînkirin ew bajar li serdema hilweşîna Împaratoriya Ahemenîş û Împaratoriya Partan de hatiye avakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu