IraqNûçeRojhilatanavin
Li Iraqê 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2020/08/4bk3ed782986585b5a_800C450.jpg)
Emîd Yehya Resûl, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê şeva din (sêşem, 18ê Tebaxa 2020an) ragihand: “Yekîneyên Dije-Teror ên Iraqê bi piştgiriya balefirên leşkerî yên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke leşkerî li Çiyayê Qereçûxê yê li Mexmûrê encam dan û 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Wî herwiha got ku 9 weşarteghên terorîstan û embar û depoyên wan ên xwarek û çekan jî îmha bûn.