IraqNûçeRojhilatanavin

Li Iraqê hejmarek gund ji DAIŞê hatin paqijkirin

Şerê li hember terorîstên DAIŞê yên li Mûsil û Kerkûkê berdewame. Hat ragihandin ku 24 taxên bajarê Mûsilê hatiye kontrolkirin û niha xebatên paqijiya mayînan tên kirin. Herwiha 4 gundên Hewîceya bi ser Kerkûkê jî hatin rizgarkirin.

Cîgirê Fermandeyê Operasyona Hevbeş Ferîq Rukin Ebdulemîr Reşîd Yarulla ragihand ku li eniya başûrê rojavayê Mûsilê, yekîneyên polîsên federal berdewam in û paqijkirina avahî û rêyên taxan ji bombeyên vedandî. Herwiha hat amajekirin kirin ku taxên Selam û Mîsaq û nexweşxaneya fêrkarî ya Selam ji DAIŞê paqij hatiye paqijkirin û ew ketine bin kontrola Artêşa Iraqê.

Çar gundên navçeya Hewîce ya bi ser Kerkûkê ye, îro dane sibehê operasyonek hate lidarxistin. Operasyona ku ji aliye Artêşa iraqê ve hate kirin de armanc rizgarkirina 11 gundên Hewîceyê ye. Îro derdora 4 gund ji terorîstên DAIŞê hatin rizgarkirin.

Gundên Şelalat, Şelalat Îmam, Abbasiye û Denûsê ket bin kontrola yekîneyên artêşê. Operasyon ji Tûgaya 9. û Tabûra 60. a artêşa Iraqê ve bi çekên giran tê meşandin. Her wiha polîsên Tîkrîtê jî piştgiriyê didin operasyonê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu