CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Paporên îranî diçin oqyanûsa Etlesê

Cîgirê fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li bara şandina kompaporê artêşê bo oqyanûsa Etlesê li mehên tê agahî da.

 Emîr deryadar Tûrec Hesenî Muqedem, cîgirê fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja îniyê li gotûbêja bi IRNA`yê re got : Şandina  kompaporê artêşê bo oqyanûsa Etlesê li çarçoveya  cihanîna fermana  fermandehiya gişt hêzan, parastina berjewendiyên  neteweyî li avên  dûrdest, bilindkirina alaya  Komara Îslamî ya Îranê û bêencamkirina proja tirsandina ji Îranê û dabînkirina ewlehiyê hêlên  deryavaniyê ye.

Cîgirê fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişand  ser vê yekê ku  kompaporê Îranê li mideha erkdariyê, dê  hemî topa erdê bigere û got: Paporşikêna  hilgirê helîkopterê ya  bi navê Sehendê dê hevrêtiya  kompaporê îranî li erkdariya oqyansûa  Etlesê bike.

Başa dön tuşu