MisrNûçeRojhilatanavin

Li Îskenderiyê teqîn: polîsekî mir û 4 kes jî birîndar bûn

Li welatê Misrê li bajarê Îskenderiyê teqînek çêbû. Di teqînê de polîsekî mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya Reutersê armanca teqînê rêvebirê asayîşa Îskenderiyê bû. Bombeyek di erebeyekê de hatibû bicîhkirin û erebê danîn nêzî otêla bi navê Tolip. Teqîn di dema ku mudirê asayîşa bajêr derbas dibû hat kirin.

Wezareta karên Hundir yê Misrê beyaneka nivîskî da çapemeniyê û tê de weha got: “Li bajarê Îskenderiyê erebeyeka ku teqemenî xistibûnê û danîbûn kenarê rê, di dema ku Mudirê Emniyeta bajêr derbas dibû teqandin û di encamê de polîsekî mir û 4 kes jî birîndar bûn.”

Di dema teqînê de der û dor zerarê dît û di hinek erebeyan de xesar çêbû. Li ciyê teqînê çaleka mezin çêbû lê balkêşe bûyer 2 roj berya hilbijartinan çêbû.

Heya niha kes teqînê negirtiye ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu