LubnanNûçeRojhilatanavin

Raydarê Hizbullahê: Dewleta Erebistanê pir heqîr û rezîl e

Serokê Konseya cihanînê ya Hizbullaha Libnanê destnîşan kir: Dewleta ku li dû zilm û zordarî û kuştina xelkê Yemenê be, di asta herî bilind a heqaret û rezîliyê de ye.

 Li gorî rapora Resa Newsê, seyd Haşim Sefyedîn serokê konseya cihanînê ya Hizbullah Libnanê li mersima  rêzgirtina ji şehadeta yek ji hêzên berxwedanê li navça  El-Qelîlê li başûrê Lubnanê got: Hemî cîhan li hember sehneyeka  nû ji Sûriyê û Iraqê de ne û dijminên berxwedanê li ser vê esasê li dû hin rêçareyan in ku tu carî dê enghêje encamê.

Endamê pilebilind ê Hizbullahê  bal kişand ser hewldana  bêhûde ya Emerîka û Erebistanê û diyar kir:  Em li vê barê dilgiran nînin û bêguman emê bi ser kevin ji ber ku niha serdema  işkstê nîne belkî serdema  berxwedan û serketinên  wê tê hesabê.

Wî bal kişand ser hovîtiya Emerîkayê li cîhanê û Filistînê û hovîtiya Erebistanê li Yemenê û fitna mezhebî û eşîretî û teqez kir em neçar in bihzl bibin û divê xwe ji bo şerê pêşerojê hazir bikin.

Başa dön tuşu