CîhanEwropaNûçe

Li Îtalyayê erdhej

Li Îtalyayê mezinahiya erdhêja ku navend Girava Ischiayê bû, ewil weke 3,6 hat pîvan pişt re hat ragihandin ku mezinahiya erdhejê 4 e.

Li gorî agahiyên Estîtuya Volkanolojî û Jeofîzîk a Neteweyî (INGV) erdhej 5 kîlometre di bin erdê de qewimî û herî zêde li taxa Casamicciolaya giravê, hat hîskirin.

Li gorî agahiyên Midûriyeta Giştî ya Parastina Sîvîl heta niha di erdhejê de kesek miriye. Di erdhejê de dêrek hilweşiya û jineke di bin enqazê de mir. Her wiha ekîbîn parastina sivîl gotin ku di bin enqazê de 3 zarok hene û ji bo xellaskirina wan jî dixebitin.

Li gorî xebera Raînews24ê heta niha 25 kes birîndar bûne û rewşa du kesan jî xedar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu