EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Kabulê teqîn: 9 kes mirin ku yek ji wan parlamenter e, 20 kes jî birîndar bûn

Li paytexta Efganistanê, Kabulê teqînek çêbû, di encamê de 9 kes mirin û yek ji wan parlametner bû û 20 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Efganistanê, Kabulê teqînek mezin çêbû. Tê gotin teqîn bi rêya wesayîtek bombekirî pêkhatiye.

Wezîrê Karên Hindir yê Efganistanê Mesûd Enderabî li ser bûyerê got; “Di encama teqînê de 9 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne. Hedefa wesayîta bombekirî, karwanê otomobêla parlamenterê Efgan Mihemed Werdek bû. Parlamenter Mihemed bi xwe jî birîndar bû.” Heya niha ti koman êrişê ne girtiye ser xwe. Lê piraniya êrişên wiha koma Talîban cih tîne.

Başa dön tuşu