NûçeRojhilatanavinSûriye

Taxa Şêx Saîd bi temamî hat kontrolkirin

Artêşa Sûriyê li Rojhilata Helebê taxa Şêx Saîd bi temamî kontrol kir.

Çavkaniyeke ji Biryargeha Operasyona Helebê ragihand, ‘Artêşê îro taxa Şêx Saîd kontrol kiriye û yekîneyên pêşeng operasyonê didomînin.’ Hêjayî gotinê ye di van mehên dawî de rewşa Helebê her diçe giran dibe û li nav bajêr û derûdora bajêr pevçûnên dijwar diqewimin.

Tê ragihandin ku Tuxayên Nureddîn Zengî yên girêdayî Fetîh el Şamê û Ahrar’uş Şam sivîlan dikin mertalên zindî û derbasbûna sivîlan di korîdorên mirovî yên hatine vekirin de asteng dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu