Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), ragihand ku li bakurê parêzgeha Kalîforniyayê erdhej çêbûye û giranîya wê jî 6.9 bûye.
Hat ragihandin ku erdhej li Oqyanûsa Pasîfîkê û li 165 kîlometrîya li rojavayê bajarê Ferndaleyê çêbûye. USGS erhejê wekî ‘erdhejeke mezin’ bi nav kir û diyar kir ku li gelek derên ku bi qasî sed kîlometreyan dûrî navenda erdhejê jî hatiye hisskirin. Derbarê encamên erdhejê de hêj ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)