CîhanEwropaNûçe

Li Kanadayê êrişa çekdari: 4 kuştî

Rayedarên Kanadayê li bara êrişa çekdariyê ser eyaleta Brîtîş Kolombiya û kuştina 4 kesan li encama wê agahî da.

Li gorî rapora Reutersê, polîsê seltenetiya Kanadayê li daxûyaniyekê ragihand ku kesê çekdar li sê cihên  bajarê Pêntîktonê li eyaleta Brîtîş a Kolombiyayê  gulle avêt ser hin kesan û piştî kuştina çar kesan xwe radestî polîs kir.

Rayedarên  Kanadayî dibêjin ku armanca kesê êrişkir kivş nîne lê lêkolînên seretayî nîşan didin ku bernama êrişa wî pêştir hatibû darêştinê.

Li gor ragihandina polîsê seltenetiya Kanadayê, ev kesa roja duşemiyê sietekê piştî gulleavêtina xwe radestî polîs kir.

 Polîs lê amaje bi nav û pênasa kesê êrişkir nekiriye.

Başa dön tuşu