NûçeRojhilatanavinSûriye

Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 884a

Navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku li herêmên Lazkiye (3) û Hamayê (2) bi nûnerên 5 xwecihên din re peyman hatiye danîn û hat dest nîşan kirin ku bi vî awayî hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 884a. Hat diyar kirin ku li Humisê 3 kampanyayên alîkariya mirovî hat lidarxistin.

Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastin a Rûsyayê de hat gotin ku li herêma Şamê li bajaroka Muaddamiya el Şamê hevdîtinên agirbestê yên bi rêxistinên çekdar ên deryasayî û bi fermandarên yekîne yên mixalîfên çekdar ên li herêmên Humis, Heleb û Kuneytrayê re hevdîtin berdewam dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu