AsyaCîhanNûçe

Li Kazakistanê Qasim Comert Tokayev bû serokkomar

Komîsyona Hilbijartinê ya Navend a Kazakistanê diyar kir ku Qasim Comert Tokayev ji sedî 70,76ê reyan hilda û hilbijartina serokomariyê qezenc kir.

Alîkarê Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Navend Konstantin Petro di rûniştina komîsyonê da encamên ewil ên hilbijartina pêşwext a serokomariyê ragihand.

Li gor encamê Tokayevê Serokomarê niha ji sedî 70,76ê dengan, Namzedê Partiya Gel a Komunîstan Jambıl Ahmetbekov ji sedî 1,82yê dengan, Namzeda “Rêya Spî” ya Partiya Demokratîk a Kazakistanê Daniya Yespayeva ji sedî 5,2yê dengan, Namzedê Qedera Millet Amirjan Qosanov ji sedî 16,02yê dengan, Namzedê Partiya Welatparêz a Demokratîk a Gel Toleutay Rahimbekov ji sedî 3,2yê dengan, Namzedê Komeleya Sendîqayên Kazakistanê Amangeldi Taspihov ji sedî 2,07ê dengan û Namzedê Yekîtiya Civakî ya Qertelên Deşt û Çolên Mezin Sadibek Tugel ji sedî 0,92yê dengan hilda.

Beşdariya hilbijartinê ji sedî 77,4 pêk hat.

Başa dön tuşu